Bi yekîtiya Kurd Kobanê ji DAIŞê hate pakirin
Pêşmergeyên Kurdistanê di 31 Cotmeha 2014'an de berê xwe dan Kobanê bo piştgiriya birayên xwe yên Kurd.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di 15 Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser herêma Kobanê kirin û gelek gund kontrol kirin û derbasî hin taxên bajarê Kobanê bûn. li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Parlementoya Kurdistanê Pêşmergeyên Kurdistanê di 31 Cotmeha 2014'an de berê xwe dan Kobanê bo piştgiriya birayên xwe yên Kurd. Piştî şerê 5 mehan yên Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên Kurd û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, di roja 26 Çileya 2015an de herêma Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate pakirin.
Derbasbûna Pêşmergeyan ne tenê destekdayîneke leşkertî bû, lê belê piştgiriyeke biratî û moralî bû, ku dengvedanek û rûgeşiyeke bê sîrnor di hundur her Kurdekî de çê kir. Di 26 çileya 2015' an de Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin û Pêşmerge di 18 Nîsana 2015an de ji Kobanê derketin û vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Herwiha Serok Mesûd Berzanî di daxuyaniyên xwe de got ku, avakirina Kobanê erkekî Kurdistanî ye.