Serokwezîra Brîtanyayê serdana Tirkiyê dike
Biryar e îro piştî nîvro Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bigihe Titkiyê û digel serokumar û serokwezîrê wî welatî de bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro piştî nîvro Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bigihe Titkiyê û digel serokumar û serokwezîrê wî welatî de bicive.
Biryar e Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî civîna digel Serokê Amerîka Dunald Trump li Washingtonê rasterast serdana Enqerayê bike û digel Serokmarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binalî Yildirim bicive.
Li gorî zanyariyan, mijara sereke ya civîna Theresa May digel berpirsyên Tirkiyê, krîza penaberan, şerê DAIŞê û xurtkirina pêwendiyên di navbera London û Enqerayê de ye.
Ev yekem serdana Theresa May bo Tirkiyê ye, ji dema wergirtina posta Serokwezîra Brîtanyayê.