Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken hate berdan
Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken ku 4'ê meha 11'ê hatibû girtin, serbest hat berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken ku 4'ê meha 11'ê hatibû girtin, serbest hat berdan.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken ku, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Çewlîgê de hatibû girtin, di rûniştina destpêkê de li Diyarbekirê serbest hat berdan.
Baluken, bi rêya vîdeokonferansê ji girtîxaneya Kandra ya Kocaelî beşdarî rûniştina dadgehê bû. 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê, ji ber ku êdî derfeta reşkirina delîlan nemaye û biyara Dadgeha Destûrê ya derbarê girtina parlamenteran wek nimûne nîşan da, Baluken serbest berda.