Herêma Kurdistanê %75 ji cezayên vîze û mafê rûniştinê yên biyaniyan dadixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara lêborîn û daxistina ji %75 a cezayên derengmayîn û biserçûna vîze û mafê rûniştinê (îqame) ji bo welatiyên biyanî da. Li gorî biryarê, welatiyên biyanî dikarin heta dawiya îsal ji vê derfetê sûd wergirin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li ser fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, biryar hatiye dayîn ku ji %75ê cezayên darayî yên biserçûna vîze û mafê rûniştinê ji bo welatiyên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bê daxistin.

Li gorî fermana wezaretê ya bi hejmara (32557) ku di 15ê Cotmeha 2026an de derketiye, biryar wan welatiyên biyanî li xwe digire yên ku bi rêyên fermî û bi vîzeyê hatine nav xaka Herêma Kurdistanê, lê ji ber her sedemekê nekarîne vîzeya xwe dirêj bikin, mafê rûniştinê yan jî destûra wan a rûniştinê biser çûye.

Wezareta Navxwe herwiha diyar kir, ew kesên ev biryar wan li xwe digire, dikarin heta 31ê Berçileya 2026an serdana yek ji rêveberiyên rûniştinê (iqame) bikin; di dema serdanê de tenê ji %25 ê tevahiya cezayê derengmayînê yê ku di Rênimaya Hejmar (1) a sala 2021ê ya Wezareta Navxwe de hatiye destnîşankirin, ji wan tê standin.