50 sal in çayxana Nicmê li Qamişlo deriyên xwe vekirî maye

Çayxaneya Nicmê ya navdar ji kevintirîn çayxaneyên bajarê Qamişlo ye, temenê wê dighêje nêzî 50 salî û tevahiya kesên ku serdana wê dikin kal in. Herwiha hin kal lê hene ku temenekî pir dirêj lê derbas kirine.

K24 – Qamişlo

Çayxaneya Nicmê yek ji kevintirîn çayxaneyên Rojavayê Kurdistanê ye, bavê Kawa piraniya temenê xwe di vê çayxaneyê de buhûrand, ev e nêzî 35 sal in li vir kar dike, û diyar dike ku ew tevahiya kesên ku serdana vê çayxaneyê dikin nes dike, çimkî temenekî pir dirêj bi hev re derbas kirine û ev dever bûye mîna mala bavê Kawa.

Tevahiya kesên li vir kal in, û ji xortaniya xwe ve û ta roja îro serdana vê çayxaneyê dikin û çayê ji bin destê bavê Kawa vedixwin û dibêjin ji ber erzaniya berhemên vê çayxaneyê û rojên xweş yên tê de derbas kirine, ew naçin ti cihên din.

Mîna gelek deverên navdar û temen dirêj li bajarê Qamişlo ev çayxane temenê wê dighêje nêzî 50 salî û bûye nîşana bazara Qamişlo û ew kolan bi nave vê çayxaneyê tê naskirin, ji alîkî din ve, ji dema avakirina vê çayxaneyê ta niha dîkorê wê nehatiye guhertin.