Serjimêriya bajarên Bakurê Kurdistanê hate ragihandin
Serjimêriyê tevayiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate ragihandin. Li gor Dezgeha Serjimêriyê ya li Tirkiyê (TûIK), ku li bajarên Bakurê Kurdistanê 16 milyon û 181 hezar û 535 mirov dijin. Ji ber ku serjimêrî sala 2016an digre nav xwe, bi milyonan rûniştvanên Bakurê Kurdistanê, ku koçî Rojavayê Tirkiyeyê bûne, di nav hejmara bajarên Bakurê Kurdistanê nehatine hejmartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serjimêriyê tevayiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate ragihandin. Li gor Dezgeha Serjimêriyê ya li Tirkiyê (TÛIK), ku li bajarên Bakurê Kurdistanê 16 milyon û 181 hezar û 535 mirov dijin. Ji ber ku serjimêrî sala 2016an digre nav xwe, bi milyonan rûniştvanên Bakurê Kurdistanê, ku koçî Rojavayê Tirkiyeyê bûne, di nav hejmara bajarên Bakurê Kurdistanê nehatine hejmartin.
Çendîn bajarên, ku welatparêziya Kurd di nav wan de xurt e, di serjimêriyê de kêm kirine. Wekî: Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û h w d.
Encama serjimêriya (2016) a Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye:
Serjimêriya Riha: 1 940 627
Serjimêriya Dîlokê: 1 974 244
Serjimêriya Batmanê: 576 899
Serjimêriya Maraşê: 1 112 634
Serjimêriya Erzincanê: 226 032
Serjimêriya Semsûrê: 610 484
Serjimêriya Diyarbekirê: 1 673 119
Serjimêriya Meletiyê: 781 305
Serjimêriya Çêwligê: 269 560
Serjimêriya Elezîzê: 578 789
Serjimêriya Sêrtê: 322 664
Serjimêriya Sêwasê: 621 224
Serjimêriya Wanê: 1 100 190
Serjimêriya Bitlîsê:: 341 225
Serjimêriya Îdirê: 192 785
Serjimêriya Kilisê: 130 825
Serjimêriya Erzurumê: 762 021
Serjimêriya Mêrdînê: 796 237
Serjimêriya Mûşê: 406 501
Serjimêriya Agiriyê: 542 255
Serjimêriya Ardahanê: 98 335
Serjimêriya Qersê: 289 786
Serjimêriya Şirnexê: 483 788
Serjimêriya Colemêrgê: 267 813
Serjimêriya Dêrsimê: 82 193
Li gor serjimêriyê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê: 16 181 535 kes dijîn