HDP û DBP di referandûmê de "Na!" bikar tînin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) helwesta xwe ya ji bo referandûma ku tê pêşbînîkirin di Nîsanê de bê kirin aşkere kirin. Herdu partî û saziyên ku ser bi wan ve ne dê bangeşiya "na" bikin û sedemên helwesta xwe jî wekî Tirkiye bi wan xalên ku tên dengdayînkirin berbi nijadperestî û dîktatoriyê ve diçe ragihandin.

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) helwesta xwe ya ji bo referandûma ku tê pêşbînîkirin di Nîsanê de bê kirin aşkere kirin. Herdu partî û saziyên ku ser bi wan ve ne dê bangeşiya "na" bikin û sedemên helwesta xwe jî wekî Tirkiye bi wan xalên ku tên dengdayînkirin berbi nijadperestî û dîktatoriyê ve diçe ragihandin.

HDP û DBP di 31'ê Çile de bi daxuayniyekê ragihandin ku ewê di referandûmê de bibêjin na û bangeşiya xwe jî li ser sedemên vê helwestê bimeşînin. Bi vê mebestê jî civînekê lidar xistin û ragihandin ku pêwistiya Tirkiyeyê bi Makezagoneke nû heye ku pirsgirêka Kurd di serî de ji pirsgirêkan re çareserî peyda bike, lê ev guherîn bereya demokrasiya Tirkiyeyê tengtir û nijadperestir dike. Loma jî ji bo derfet ji Makezagoneke demokratîk re çêbibe dê di dengdayînê de "na" bi kar bînin.

Serokê Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek di daxuyaniya xwe de got: "Guhertina Makezagonê herî zêde me eleqeder dike. Ji ber di makezagona ne demokratîk a Tirkiyeyê de mafên me nehatine nasîn û bi salan e tada, pêkutî û bandorên neyînî li me tên kirin. Ji ber vê yekê jî em di vê meseleyê de xwedî helwest in û heta ku guhêrîneke demokratîk bê kirin li dijî makezagonên ne demokratîk in."

Parlamenterê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî ji K24'ê re ragihand, ku ew ne li dijî guhertina makezagonê, li dijî zagonên ku maf û azadiyên welatiyan û Kurdan nasnakin in û ji ber ev xalên ku tên dengdayîn jî wisa ne, ew ê dengê"na" bikar bînin.

Taşçier wiha jî axivî: "Nasnameya Kurdan tê de tune ye, perwerdehiya bi zimanê zikmakî tê de tuneye, nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê tê de tuneye, demokrasi tê de tuneye. Ji ber vê yekê em dibêjin tiştekî ku demokrasi tê de tunebe û nûnertiya hemû gel û welatiyên Tirkiyeyê tê de nebe, em ji wê Makezagonê re nabêjin erê."

Li gorî agahiyên ku rayedarên hikûmet û dewleta Tirk ragihandine, referandûm dê di meha Nîsanê de bê kirin. 18 xalên ku ji aliyê parlamenterên Partiya Bizava Nijadî (MHP) û Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) ve di parlamentoyê de hatin pejirandin, ji bo bibin zagon dê di referandûmê de ji gel bê pirsîn.