Heşda Şeibî qonaxeke din ya şerê Mûsilê ragihand
Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de aşkere kir, qonaxekî din yê şer ji sê aliyan ve li rojavayê Mûsilê dest pê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de aşkere kir, qonaxekî din yê şer ji sê aliyan ve li rojavayê Mûsilê dest pê kir.
Desteya Ragihandina Heşda Şeibî ragihand, armanca destpêkirina vê qonaxê ew e, birîna rêyên ku hevkarî ji DAIŞê re tên e. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku ji aliyê yekem e ve şer berve Şirgat ve dest pê dike. Aliyê duyem jî yê şer jî berve Eyn Beyze ve birêve diçe.
Herwiha daxuyaniya Heşda Şeibî aşkere kir jî, ji bilî birîna riya gihêştina hevkariyan bo DAIŞê, armanceke din ya şer e, riyên li başûrê Neynewayê jî kontrol dikin. Herwiha amadekarî ji bo şerê li başûr û rojavayê Kurkûk e.
Operasyona qonaxa yekem ya kontrolkirina Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê kir.
Pêşketinên hêzên Iraqî di çarçova qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê de di roja 20 Berçileya 2016an de dest pê kir û kontrolkirina tevahiya taxên aliyê çepê yên bajarê Mûsilê ji DAIŞê roja 18 Çileya borî hate ragihandin.