Li seranserî Tirkiyê 400 DAIŞî hatin binçavkirin
Li seranserî Tirkiyê operasyon li dijî gûmanbarên endam û alîgirên DAIŞê li Tirkiyê têne birêvebirin. Tê ragihandin, ku heta niha zêdetirî 400 kesan hatine binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li seranserî Tirkiyê operasyon li dijî gûmanbarên endam û alîgirên DAIŞê li Tirkiyê têne birêvebirin. Tê ragihandin, ku heta niha zêdetirî 400 kesan hatine binçavkirin.
Polîsên dijeterorê îro ji berbengê ve li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemberî DAÎŞê operasyonên berfireh pêk anîn û bi ser mal û avahiyan de girtin.Di encamê de bi giştî nêzikê 400 kes hatin binçavkirin.
Li bajarên Tirkiyê, Stenbolê 18 kes, Li Enqere 60 kes, li Konya 75 kes, li Izmîrê 8 kes, li Bursa 46 kes, li Çorumê 19 kes, li Edenê 25 kes, li Hatay 38 kes hatine binçavkirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî, li Semsûrê 10 kes, li Elezîzê 12 kes, li Çewligê 10 kes, li Riha 150 kes, li Meletî û Kilîsê 6 kes hatine binçavkirin.
Lêpirsîna binçavkiriyan berdewam dike.