Nêçîrvan Barzanî: Bo avakirina Kurdistanê, xelkê dilsoz hene
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, projeya riya 120 metrî bi hemû wateyan girîng e, ji wan jî di warê avakirinê de, di demekê de ku Herêma Kurdistanê di bin barekî giran ya darayî re derbas dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, projeya riya 120 metrî bi hemû wateyan girîng e, ji wan jî di warê avakirinê de, di demekê de ku Herêma Kurdistanê di bin barekî giran ya darayî re derbas dibe.
Nêçîrvan Barzanî beşdarî rêwresê vekirina projeya riya 120 metrî ya li Hewlêrê bû û gotarek pêşkêş kir. Barzanî ragihand, tevî barê darayî yê giran, xelkê dilsoz hene û sermiyanên xwe bo avakirina Kurdistanê pêşkêş dikin û ew jî cihê şanaziyê ne.
Her di derbarê projeyê de got, projeya riya 120 metrî ji aliyê grûpa kampanya Hîwa bi qerz hatiye dirustkirin û berî dema xwe jî temam kiriye, armanc jî avakirina Kurdistanê bûye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din ya gotara xwe de rola karta taybet bi girîngî nirxand û got, karta taybet dînemoya wê ya sereke avakirin e û bê beşdarîkirina wê kartê, welat bipêş nakeve û pêwîst e karta taybet rola xwe bo avakirinê bibîne û sermiyayên xwe têxin projeyên Herêma Kurdistanê.
Her di vî warî de amaje bi cibicîkirina projeya riya 120 metrî kir û got, di dema êrîşa DAIŞê de ku tenê 30 k.m dûrî Hewlêrê bû, hin ji kompaniyayan karên xwe ragirtin, lê ev kompaniya li ser karê xwe berdewam bû û cihê şanaziyê ye, ku xema welêt xwaribû.
Herwiha Barzanî spasiya endezyarên xwemalî yên vê projeyê kir û rola Pêşmerge û hêzên asayişê bo parastina aramiyê girîng nirxand, ku bi şevê xew nedikirin bo parastina ewlehî û asayişa Kurdistanê.
Berê, di daxuyaniyekê bo K24ê de Birêvebirê Projeyên Rê û Pireyan endezyar Emîr Ebdilxaliq ragihandibû, riya 120 metrî ya Hewlêrê ti trafîk tê de tune ne, hemû cihên ku derve û li nava bajêr de ne, bi pire û jêrpire hatine dirustkirin.
Li gor endezyar Emîr Ebdilxaliq diyar kiriye, dirêjehiya riya 120 metrî 38 k.m e, li ser 3 beşan dabeşkirî ye û bi 140 milyon Dolar ew proje hatiye encamdan.