Tirkiyê saleke geştûgûzariyê ya zehmet derbas kir
Tirkiyê di warê geştûgûzariyê de saleke zehmet derbas kir. Dahata Tirkiyê ya geştûgûzariyê di sala 2016an de bi kêmbûneke ji sedî 29.7an heta 22 milyar dolarî daket. Li gor xwediyên kompaniyên geştûgûzariyê di vê daketinê de karîgeriya herî mezin ji ber rûdanên jeopolîtîk pêkhat. Hikûmetê da ku geştûgûzariya Tirkiyê dîsa bê ser hemdê xwe kampanyayeke mezin da destpêkirin. Nûnerên Sektora geştûgûzariyê ji sala 2017an bi hêvî ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê di warê geştûgûzariyê de saleke zehmet derbas kir. Dahata Tirkiyê ya geştûgûzariyê di sala 2016an de bi kêmbûneke ji sedî 29.7an heta 22 milyar dolarî daket. Li gor xwediyên kompaniyên geştûgûzariyê di vê daketinê de karîgeriya herî mezin ji ber rûdanên jeopolîtîk pêkhat. Hikûmetê da ku geştûgûzariya Tirkiyê dîsa bê ser hemdê xwe kampanyayeke mezin da destpêkirin. Nûnerên Sektora geştûgûzariyê ji sala 2017an bi hêvî ne.
Tirkiyê di gel mîrata xwe ya çandî û kevneşopî bi derya, bîç û bajarên xwe yên newaze jî li cîhanê wekî sêyemîn herêma destînatîonê anku geştûgûzariyê tê zanîn, û ev taybetmendiyên wê, di warê aboriyê de jî cihekî gelekî girîng digirin. Herwiha dahata geştûgûzariyê, van salên dawiyê gihiştibû nêzî 30-35 milyar dolarî. Lê belê amarên vê dawiyê destnîşankir ku di sala 2016an de ev rêje gelekî daketiye. Li gor amarên dawî dahata Tirkiyê ya geştûgûzariyê bi kêmbûneke ji sedî 29.7an heta 22 milyar dolarî daket.
Rêvebirê Yekitiya Karûbarên Geştûgûzariya Tirkiyê Numan Olcar di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Heta sala 2015an her tişt baş diçû. Tirkiye gehiştibû asteke baş. Paşê bûyerên terorî pêk hatin. Herwiha xistina balafira Rûsan û kudetaya 15 Tîrmehê jî karîgeriyeke mezin çêkir. Van bûyeran derbeyeke mezin li sektora me xist."
Ji ber bûyerên van dawiyan prestîja Tirkiyê li cîhanê gelekî şkest. Tirkiyê wekî dewleteke ne ewle hate destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî bi taybetî rêjeya geştyarên ku ji Ewropa û ji Rojhilata Dûr dihatin gelekî kêm bûn. Lê belê rêjeya geştyarên ku ji Rojhilata Naverast, dewletên Kendavê anku ji dewletên Ereban dihatin zêde ne guherî.
Piştî aşkerekirina van amaran, hikûmetê jî dest bi liv û tevgerê kir. Bi beşdariya Serokwezîr Erdoganî, ji bo geştûgûzariya Tirkiyê dîsa bê ser hemdê xwe kampanyayeke mezin hat destpêkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû: "Tirkiyê xwediyê dewlemendiyên newazeye û ji kîjan netew, ji kînan dîn û zimanî be bila be deriyê me ji herkesî re vekiriye. Bo ku hûn jî van dewlemendiyan bi çavên xwe bibînin em we vedixwînin welatê xwe. "
Hikûmetê di gel vê kampanyayê di warê geştûgûzariyê de bi handaneke mezin dest bi xebatê kir. Di bacan de daşikandinên mezin hatin kirin. Gelek kampanyayên danasînê jî hatin amadekirin.
Xwediyê Kompaniya Geştûgûzariyê Davut Gunaydin jî dibêje: “Gavên ku hikûmet daveje em erênî dibînin. Bi taybetî sererastkirina têkiliyên di gel Rûsyayê em difikirin ku ji bo îsal wê encamên baş derxîne holê. Ji bo dewletên Ewropayê jî em din av hewldanekê de ne. Ev jî hêviyeke ji bo me.”
Kompaniyên geştûgûzariyê yên ku ji sala 2017an bi hêvîne; li bendê ne ku îsal ziyanên sala 2016an hinekî qerebû bikin. Heger di warê terorê de tu bûyerên ciddî pêk neyên; pêkane ku di sala 2018an de Tirkiyê vegere rojên xwe yên geş.