Bo Demîrtaş 5 meh ceza hate dayîn

Ji bo Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî 5 meh cezaya zindanîkirinê hate dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî 5 meh cezaya zindanîkirinê hate dayîn.

Derbarê Demîrtaş de, ji ber axaftina wî ya li bajarê Agiriyê navçeya Bazîdê berî niha doz hatibû vekirin.

Di dadgehkirina duh ya derbarê wê dozê de dadgha Agiriyê  bi hinceta Selahattîn Demîrtaş di axaftin xwe de dewleta Tirkiyeyê bêrûmetî kiriye, 5 meh cezaya zindanîkirinê da wî.

Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an digel 11 parlementerên HDPê hatibûn girtin û niha di girtîgeha Edîrneyê de dimîne.