Li Rihayê pîşeya kevnar a kurkvaniyê

Li Rihayê pîşeya kevnar a kurkvanî berê ji aliyê 80ê kesan ve dihate çêkirin, lê niha tenê çar kes bi vî karî re mijûl dibin. Kurkên ku bi destên wan çar honasan tên çêkirin di rojên pîroz, şahî û dîlanên bajêr de tên bikaranîn.

 

K24 – Riha

Li Rihayê pîşeya kevnar a kurkvanî berê ji aliyê 80ê kesan ve dihate çêkirin, lê niha tenê çar kes bi vî karî re mijûl dibin. Kurkên ku bi destên wan çar honasan tên çêkirin di rojên pîroz, şahî û dîlanên bajêr de tên bikaranîn.

Li bajarê Rihayê berî çend salan ji 80ê zêdetir dikanên kurkan hebûn niha hejmara wan tiliyên destekî derbas nake û jê 4 kargeh tenê mane. Vê keleporê, li gelek deverên Kurdan bi salan hebûna xwe dewam kir. Lixwekirina cilên kurkî ji bo demsalên sar û seqem pêdîveyek e mezin bû. Bikaranîna vê stareya germbûnê li piştî zedebûyîna cildirûnên febrîkeyî û amûreyên wek klîmayêroj bi roj bi paş ve çû.

Welatî êdî ji ber ku alternatîfên cuda zêde bûnepiranî mont û qoçikên demsalî vedibijêrin û ev hunera kevnar a ku bi keda destan dihat çêkirin niha bi tenê bala hin kalemêr û geştyaran dikişîne.

Honasê Kurkan Îman Karadaş li ser çêkirina Kurkan ji K24ê re got: "Kurk ji postên berxikan çê dibe. Me berê diçû li bajarên wek; Konya, Afyon Ispartayê post dikirî, lê niha post ji derve tê û em wan bi kar tînin. Niha bazara kurk nemaye û yên heyî jî di destên me de dimînin. Honasên dawîn êdî em mane û ji ber ku kes xwe fêrî vê pîşeyê nake piştî me ev pîşe dê ji holê rabe."

Çêkirina kurk gelek dijwar e. Honas post pêşî di nav avê de dihêlin û piştî ku ew nerm dibe bi sabûnê wê tafîl dikin û dişûn. Li dû jî wî postî xwê dikin û nêzikî 24 saetan didin li ber zuwakirinê.Postên ku hiriya wan reş, spî û belek in ji bo kurk baştir in, lê ya herî baş postê hiriya reş e, ew jî yan li bajarê Tokatê yan jî li welatê Afganîstanê tê peydakirin. Kurk li gorî qeliteya xwe ji 3 cûreyan pêk tê. Kurkê tenik bi postê berxika ku di zikê maka xwe de dimire tê çêkirin. Kurkê demkî bi postê berxa 2-3 mehî, yê qelew jî ji postê berxika 4-5 mehî tê çêkirin û her çiqas temenê berxikê zêde bibe nirxê kurk jî ewqasî zêde dibe.

Dikandar Halît Burhankulu jî wiha axivî: "Ji merivê me yên berê ji me re adet e û em wan li xwe dikin. Bi taybetî jî zivistanê ji me re lazim dibin. Dîsa ku wextê diçin şîn daweta jî van li xwe dikin, ji ber ku ev keleporeke devera me ye."

Li bajêr kirîn û firotina kurk wek salên berê nîn e û gelek ketiye. Di nav sedemên kêmbûnê de bandora Sûriyeyiyan jî heye; ji ber ku îsal li Rihayê ew beşdarî bazara kurk bûn. Kurk êdî li febrîqayan jî tên dirûtin û li derdora 150 Lîreyî Tirkî tên firotin.Lê ew kurkên ku bi keda destan tên çêkirin jî bi 3 hezar lîre ango 800-850 dolarî tên firotin.