Li Nisêbînê teqîn: 2 zarok birîndar bûn

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê teqîn rû da 2 zarok birîndar bûn. Îro li Navçeya Nisêbînê Taxa Dîcleyê, zarokan bombeyek dîtin û dema bi wê re leyîstin teqîn rû da û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê teqîn rû da 2 zarok birîndar bûn.

Îro li Navçeya Nisêbînê Taxa Dîcleyê, zarokan bombeyek dîtin û dema bi wê re leyîstin teqîn rû da û di encamê de 2 zarok birîndar bûn. 

Zarokê birîndar li nexweşxaneyê hatin rakirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Li navçeya Nisêbînê Taxa Dîcleyê nêzikê salekî ye hin kolan henin ku qedexe derketina derva berdwem dike.

Sala borî li Nisêbînê navbera endamên YPS û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de bi mehan şerek dijwar rû dida.