Parlementerê HDPê Îbrahîm Ayhan hate binçavkirin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan hate binçavkirin.

Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan dema ber bi Enqerê ve diçû, li firokxaneya bajarê Rihayê hatiye binçavkirin.

Hat zanîn, Parlementerê HDPê bi hinceta axaftineka wî ya li bajarê Şirnexê hatiye binçavkirin û derbarê wî de biryara girtinê hatibû dêrxistin.

Îbrahîm Ayhan niha li Rêvebergeha Asayîşê tê lêpirsînkirin.

Ji 4ê Cotmeha 2016an ve û heta niha, digel Hevserokên HDPê 13 parlementerên HDPê di girtîgehê de ne.