Neviyên Şêx Saîd: Barzanî dikare aştiyê ava bike
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya bo Tirkiyê piştî ku çû çawa hate nirxandin? Ji bo dahatûya Kurdan û çareseriya kêşeya Kurd ya li bakurê Kurdistanê wê bandoreke çawa bike? Neviyên Şêx Saîd yên ku digel Mesûd Barzanî kombûn ev serdan nirxandin.
K24 - Enqere
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya bo Tirkiyê piştî ku çû çawa hate nirxandin? Ji bo dahatûya Kurdan û çareseriya kêşeya Kurd ya li bakurê Kurdistanê wê bandoreke çawa bike? Neviyên Şêx Saîd yên ku digel Mesûd Barzanî kombûn ev serdan nirxandin.
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Kurdên li Tirkiyê careke din hêviya aştiyê bilind kir. Li gorî Kasim Firatê neviyê Şêx Saîd ku li Enqerê serdana Barzanî kir, dema ku siyasetmedarên bakûr mil bidin Barzanî û li pişta wî rawestin wê bikaribe ji bo çareseriyê roleke giring wergire ser xwe.
Neviyê Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat ji K24ê re axivî û got: “Bi minasebet ku Kek Mesûd Barzanî hem bi îtîbar û tecrûbeyên xwe û hem jî bi îtibar ku ev 50-60 sal e di nava hereketekî Kurdan de ye bi awayekî fiîlî û temamê Kurdan jî baş nas dike û dijwarê Kurdan jî baş nas dike û însanekî bi aqil e. Me ji wî taleba tiştekî kir. Me got ne bi sifatê serokê partiyekê, yan jî sifatê Serokê Kurdistana İraqê na; sifatekî te yê taybet heye. Aqilmendî; divê tu bikevî nava meseleya hem Kurdan li hev bînî hem jî Kurd û dijwarê Kurdan. Belkî tu aştiyeke bi rûmet û aştiyeke mayînde hem di nava Kurdan de hem jî di nava dijwarên Kurdan de tesîs bikî.”
Bi boçûna Behram Bîlgînê neviyê Şêx Saîd, Mesûd Barzanî dikare di nava Kurdan de yekîtiyekê ava bike; ji ber ku ji dil û samîmî ye û li ser vê cografyayê jî hemû Kurd jê gelekî hez dikin û hurmetê li ber digirin.
Neviyê Şêx Saîd Behram Bîlgîn got: “Yanî em ji kesî re nabêjin ew ên dinê xerab e, ew ên dinê ne samîmî ye. Bes divê yek rabe vê yekê tesîs bike. Ji bo biratî ji bo gelê Kurda yek tiştekî çêke. Waxtê ku yek tiştek ji devê wan derket bi rastî yek dev bibe. Ha vê jî em dizanin em bawer in kû Kak Mesût evîya dikare çêke. Çima alem hemûya gotiye tu serokê Kurdayî, aniha tu ser Kurdistanê de yek erdê te heye, millet gel ji te hez dike.”
Neviyên Şêx Saîd diyar dikin ku, ew ji Mesûd Barzanî dixwazin ku dev ji meseleya aştiyê bernede û ew jê bawer dikin ku dema giraniya xwe bide ser hemû Kurdan, wê karibe di warê aştiyeke mayînde ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi ser bikeve ava bike. Loma jî neviyên Şêx Saîd serdana Barzanî ya bo Tirkiyê ya di vê serdema krîtik de; ji aliyê siyasî, aborî, civakî û hevkêşeyên herêmî ve û ji aliyê çareseriya kêşê û dahatûya Kurdan ve xwedî naverokeke giring û gaveke erênî dinirxînin.