Li Rihayê 23 jin hatin binçavkirin

Di çarçoveya xwenîşandanên 8ê Adarê “Roja Jinan” de li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 23 jin hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya xwenîşandanên 8ê Adarê “Roja Jinan” de li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 23 jin hatin binçavkirin.

Li bajarê Rihayê Tevgera Jinên Azad hewl da ku bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan de meşek lidar bixe. Lêbelê polîsan destûr nedan çalakiya jinan û destêwerdan kirin.

Di encamê de 23 jin hatin binçavkirin.

Li gor zanyariyan, Parlementera HDPê Dîlek Ocalan jî di encama destêwerdana polîsan de birîndar bûye.

Parêzgeriya Diyarbekirê jî îro çalakiyên Roja Jinan qedexe kiribû.