Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd têdigihe belaya koçberan

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê gelek bela û koçberî dîtine, ji ber vê jî pir baş têdigihe belaya koçberan.’’

K24 – Navenda Nûçeyn

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê gelek bela û koçberî dîtine, ji ber vê jî pir baş têdigihe belaya koçberan.’’

Ev daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê, di çarçova hevdîtinekê ligel Serpereştê Giştî yê Dezgeha Şahê Erebistana Siûdî ya alîkariyên mirovî Dr. Ebdula Bîn Ebdulezîz Bîn Mihemed El-Erebiye kir û di hevdîtinê de hevkariyên mirovî bo koçberan û ferehkirina peyvendiyên Hewlêr û Riyadê gotûbêj kirin.

Di civînê de Dr. Ebdula Bîn Ebdulezîz Bîn Mihemed El-Erebiye ji ber alîkarî û hewandina koçberên Iraqê spasiya hikûmet û saziyên herêma Kurdistanê kir, û amadebûna welatê xwe ya ji bo dabînkirina alîkariyên mirovî yên di warê xwarek û pêwîstiyên tenduristî ragehand. Herwiha got jî, çavên wan li ferehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê ne û di hemû waran de.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî di civînê de, ligel spasiya Erebistana Siûdiyê bo hevahengiya di dabînkirina hevkariyên mirovî, amaje bi ferhenga pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê kir û ragehand, gelê Kurdistanê gelek bela û koçberî dîtine, ji ber vê jî pir baş li bela û koçberiyan fêm dike.’’

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê jî kir, ku li gel zêdebûna hejmara koçberên Iraqê yên li herêma Kurdistanê, civaka navnetewî bi giştî û Iraq jî bi taybet wek pêwîst alîkariya Kurdistanê nekiriye û pir caran jî Bexdayê rê li geheştina alîkariyên mirovî bo Hewlêrê girtine.