Xaliyên li Diyarbekirê li Ewropayê belav dibin
Li Diyarbekirê, ji bo ku pîşeya xaliyên mînyatur nekeve nav pîşeyên wendabûyî; bi keda destên jinan ji nû ve tên honandin. Xaliyên mînyatur ên ku bi wendabûnê re rû bi rû mane, cara yekemîn li Diyarbekirê tên çêkirin û ji aliyê welatên Ewropayê ve rastî eleqeyeke baş tên. Ji bo çêkirina van xaliyan bi pêş bikevin, ji Diyarbekirê, ji bo Ewropa, Emerîka û Polonyayê, daxwaza hîndekariya van xaliyan tê tê kirin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, ji bo ku pîşeya xaliyên mînyatur nekeve nav pîşeyên wendabûyî; bi keda destên jinan ji nû ve tên honandin. Xaliyên mînyatur ên ku bi wendabûnê re rû bi rû mane, cara yekemîn li Diyarbekirê tên çêkirin û ji aliyê welatên Ewropayê ve rastî eleqeyeke baş tên. Ji bo çêkirina van xaliyan bi pêş bikevin, ji Diyarbekirê, ji bo Ewropa, Emerîka û Polonyayê, daxwaza hîndekariya van xaliyan tê tê kirin.
Li Diyarbekirê, pîşeya çêkirina xaliyên destan, sal bi sal ber bi wendabûnê ve diçin. Di pîşesaziya xaliyên destan de li gelemperiya Tirkiyeyê; çêkirina xaliyên mînyatur, bi giranî li bajarê Ispartayê tên çêkirin. Ji bo ku ev pîşe wenda nebe û bi reng û nexşên bakûr jî were naskirin, xebatên wê, li Diyarbekirê jî hatin destpêkirin.
Mamosteya xaliyên mînyatur, Sabriye Bockun e. Bockun 30 sal in ku bi karê xaliyan ve mijûl e û bi çêkirina mînyaturan, ji bo hîndekariya li welatên Ewropayê pêşniyazên kar stendine. Bockun ji K24ê re got: “Em niha zêde kûrsiyeran nabînin. Êdî ev pîşe bi temamî li ber jibîrkirinê ye. Di rastiya xwe de karekî xweş e, tevkariyeke baş li debara malê dike. Hem ji aliyê derûniyê ve hem ji aliyê civakî ve ev pîşe, piştgiriya mirovan dike.”
Xebatkarên li vê atolyeyê, bi piranî wekî pispor dixebitin û ji xaliyên mezin zêdetir, li ser daxwazên sazî û komeleyan, xaliyên mînyatur çêdikin. Li gorî ragihandina berpirsiyarên atolyeyê, ji aliyê tîma wan ve li welatê Çînê kurs hatiye dayîn û kesên ku di van kursan de hîn bûne, li Çînê vê pîşeyê dewam dikin.
Hosteyeke atolyeya mînyaturan jî Remziye Ozturk e. Oztur diyar dike ku ew hem bi çêkirina van xaliyan debara jiyana xwe dike, hem pîşeyeke ku ji ber wendabûnê rizgar dibe, hînî yên li peyî xwe dike. Ozturk dibêje: “Em dixwazin hikûmet alîkariyê bide me ku em bikaribin vî karî dewam bikin. Em van xaliyan çêdikin, dişînin Ewropayê, dişînin Emerîkayê. Em dixwazin ku ji wê derê jî daxwaz werin kirin û em jî zêdetir çêbikin. Bila jinên me werin û bixebitin.
Li gorî ku xebatkar û berpirsên vê projeye amaje dikin, 20 sal berê tenê li Diyarbekirê ji 100’î zêdetir atolyeyên çêkirina xaliyan hebûne lê ji ber ku kar û xebatên vê pîşeyê bê kadro ne, êdî kes xwe nade berê; lê bi destpêka xaliyên mînyatur ku cara yekemîn li Diyarbekirê tên çêkirin, nirx daxwazên li hember xaliyên destan zêdetir dibin. Hosteyên xaliyan, carinan di nav bêdengiyê de carinan jî bi awazên stranan xebatên xwe dimeşînin.