Erdogan Holenda bi “Nazî û Faşist” binav dike
Piştî ku, Holandayê rê neda firokeya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu were xwarê û serdana wî welatî bike, Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan Holenda bi “Nazî û Faşist” binav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku, Holandayê rê neda firokeya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu were xwarê û serdana wî welatî bike, Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan Holenda bi “Nazî û Faşist” binav kir.
Biryar bû, îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike. desthilatên Holandayê rê nedan firokeya Çavuşoglu dakeve ser xaka xwe.
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li hember vê yekê û di gotarekê de li Stenbolê bi tundî betalkirina serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu bo Holendatê şermezar kir û ew welat bi “Nazî û Faşist” binav kir.
Hewiha piştî vê bûyerê, Tirkiyê banga Berpirsê Karûbarê Holandayê yê li Enqerê kir.
Erdogan da zanîn ku, welatê wî jî rê nade diplomat û siyasetmedarên Hollendayê serdana Tirkiyê bikin.
Ji aliyê xwe jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji kenala CNN a Tirkiyê re ragehandibû, eger Holanda rê nedane serdana wî, ewê pêngavên siyasî û aborî yên tund li dijî wî welatî bavêjin.