Li 15 gundên Xarpêtê qedexe hat ragihandin
Li 15 gundên çar navçeyên Xarpêtê, herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li 15 gundên çar navçeyên Xarpêtê, herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.
Parêzgariya Xarpêtê diyar kir ku, ji bo operasyona li dijî gerîlayên PKKê li 15 herêmên çar navçeyên Xarpêtê qedexe hatiye ragihandin. Qedexe ji roja 19ê Adarê heta 2ê Nîsanê berdewam dike.
Piştî qedexeyê tê çaverêkirin artêşa Tirkiyê dest bi operasyonek berfireh bike.