Li Diyarbekirê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin
Li Diyarbekirê, Newroza 2017’an bi girseyeke mezin hat pîrozkirin. Ji bo ewlehiya gel, 5 hezar polîs jê polîs, bi 6 hezar kesan bergirên dorfireh girtin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, Newroza 2017’an bi girseyeke mezin hat pîrozkirin. Ji bo ewlehiya gel, 5 hezar polîs jê polîs, bi 6 hezar kesan bergirên dorfireh girtin. Ji Qada Newroza Diyarbekirê, siyasetmedarên Kurd Osman Baydemîr û Ehmed Turk jî bang li rayedarên hikûmetê kirin ku;bi zilm û zorê tu pirsgirêk çareser nabin û divê car din pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Ji bo girseya gel, Hevserokên HDP’ê Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî ji girtîgehê peyam şandin û diyar kirin ku; her çiqas berpirsiyarê têkçûna pêvajoya aştiyê pergala siyasî be jî ew xwe li hember gel şermî dibînin.
Li Diyarbekirê, Newroza 2017’an bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di newroza îsal de berovajî salên borî, destûra pankart û posteran nehat dayîn. Tevî vê şerta hatibû danîn, posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li nav girseyê hat vekirin. Piştî hişyariyan, poster car din hat rakirin. Pîrozbahiyên cejna Newrozê bi stranên Kurdî û bi axaftinên siyasetmedaran dewam kir.
Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk amaje kir ku; ji bo destkeftiyên Kurdan werin desteserkirin, li çar aliyên Kurdistanê Kurd di bin êrîşan de ne.
Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk di gotina xwe de got: “Çiqas zilim û zor li ser vî gelî hebe jî, tu car gel serê xwe li ber zilmê netewandiye. Em îro jî dibînin ku zilm li ser gelê Kurd heye. Em dibînin li qada Newrozê, li qada Diyarbekirê bi coşa we, bi berxwedana we dengên me diçe hemû cîhanê.”
Li Diyarbekirê, ji xeynî Ak Partî, MHP û Huda Par’ê ji bo gelek sazî û rêxistinên siyasî vexwendname hatin şandin. Ji xeynî bakûr û Tirkiyeyê, ji bo Parlementoya Ewropayê, Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û balyozxaneyên gelek welatên biyanî vexwendname hatin şandin.
Berdevk û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Osman Baydemîr jî di axaftina xwe ya Newrozê de ragihand ku di pêvajoya aştiyê de raya giştî ya cîhanê li hêviya encameke erênî bû. Baydemîr got: “Binihêrin! Bi zilimê, bi zext û zorê nabe. Gel ji ber çekan, gel ji ber zordestiyê serê xwe dananî.”
Li qada Newrozê li gorî salên berê, hejmara Ala Rengîn a Kurdistanê zêdetir bûbû û îsal tu destwerdaneke dijber li Ala Rengîn nehat kirin. Di şahiya Newrozê de kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin û Parêzgeriya Diyarbekirê daxuyand ku destwerdana wî kesî ji ber şika êrîşkariya bombeyî hatiye kirin. Digel aloziyên demkurt yên qewimîn, girseya li qadê Newroza îsal jî bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Welatiyekê ji K24ê re wiha axivî: “Em dixwazin aştî çêbibe. Bila ev Newroz bibe Newroza aştiyê. Bila çavên me û zarokên me bi hev bikevin.”
Welatiyeke din jî got: “Em aştiyê dixwazin, em azadiyê dixwazin. Em naxwazin bikevin ber destên yek zilamî. Bila şer çênebe, bes bila zarokên me werin kuştin”
Li Qada Newrozê, hinek kesan şahiyê bi coşa seyranê pîroz kir, hinekan jî li ber stranên Kurdî bi govend û dîlan derbas kir. Piştî axaftinên siyasetmedaran, pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê bi pêşkêşkirina muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.