Bi vîdyo.. Li Akrê melayek bi tundî êrîşî Newrozê dike
Di çend rojên borî de, gotara melayekî Akreyî bi nave Mela Enter Akreyî li tûra pêwendiyên civakî hate belavkirin, tê de êrîşî ser ahengên Newrozê dike û kesên beşdarî ahengên Newrozê dibin bi bê sinc û rawişt binav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên K24ê, ew mela berê pêşnimêj û gotarbêjê mizgefta Biyok ya li Akrê bûye, lê ji ber tundiya gotarên wî, Wezareta Ewqafê ew ji wî karî bidûr xistibû.Tê gûmankirin ku wî ew gotar li mala xwe tomar kiribe.