Leşkerên Rûsî beşdarî Newroza Helebê dibin
Leşkerên Rûsya li bajarê Helebê beşdarî cejna Newrozê dibin û wêneyên xwe bi nîşanên YPG û YPJ digirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Leşkerên Rûsya li bajarê Helebê beşdarî cejna Newrozê dibin û wêneyên xwe bi nîşanên YPG û YPJ digirin.
Ajansa “Gogan” belav kiriye, Fermandarê Leşkerî yê Rûsyî Andre Volkov bi nîşnên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarî ahenga cejna Newrozê ya li taxên Kurdan li Helebê bû.
Rûsya ku ji 30 Îlona 2015 ve dest bi operasyonên xwe yên esmanî li Sûriyê kir. Di dawiya sala borî de hêzeke ji polîsa leşkerî derbasî bajarê Helebê kir.
Herwiha Rûsya ji hefteyekê ve derbasî bajarê Efrînê bûye û navendeke xwe ya leşkerî li Efrînê ava dike, ku otombîl û zirîpoşên wê jî li Efrînê diyar dibin.
