Bi projeya “Gundek û Hezar Ken” dengbêjî zindî dimîne

Şaredariya Kayapinarêya Diyarbekirê, ji bo ku çanda dengbêjiyê wenda nebe û bêhtir were naskirin, projeyek da despêkirin ku li gundên Diyarbekirê dîwan û şevbihêrkên dengbêjan werin lidarxistin. Gundî û dengbêjên Diyarbekirê jî ji vê yekê gelek keyfxweş in

 

K24 – Diyarbekir

Şaredariya Kayapinarêya Diyarbekirê, ji bo ku çanda dengbêjiyê wenda nebe û bêhtir were naskirin, projeyek da despêkirin ku li gundên Diyarbekirê dîwan û şevbihêrkên dengbêjan werin lidarxistin. Gundî û dengbêjên Diyarbekirê jî ji vê yekê gelek keyfxweş in

Yek ji çandên herî qedîm a Kurdan, dengbêjî ye ku li Bakûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li Diyarbekirê ev çand hîn jî zindî ye. Beşa Çandê ya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê jî xwest ku di vî warî de projeyekê amade bike û biryar daye ku li gundên Diyarbekirê bigere û şevbihêrk û dîwanên dengbêjiyê li dar bixe. Yekem gund jî bû gundê Şadê ku girêdayî Diyarbekirê ye.

Serokê Beşa Çandê yê Şaredariya Kayapinarê Mûstafa Çelîk jî dibêje ku domandina vê çanda qedîm berpirsiyariya wan e. Mustafa Çelîk ji K24ê re got: "Di dîroka kurdan de edebiyata devkî heye. Ev edebiyata devkî jî bi rêya dengbêjiyê hatiye roja me. Xelkê me jî ji vê çandê hes dike. Ji ber vê yekê jî me got her hefte em ê herin gundekê û dîwana dengbêjan li dar bixin."

Dengbêjên ku tevlî projeyê dibin jî keyfxweş in ku di nav projeyeke wiha hêja û girîng de cih digirin. Yek ji van dengbêjan Mehdî Kaplan e. Kaplan di wê baweriyê de ye ku pêwîst e ev çand her dem zindî bimîne.

Dengbêj Mehdî Kaplan ji K24ê wiha axivî: "Dengbêjî çanda xelkê me ye. Em dixwazin ev çand her dem bijî. Ji berê de çi hatibe serê xelkê me di dengbêjiyê de hatiye gotin."

Şêniyên gundê Şadê jî bi hatina dîwana dengbêjan gelek şanaz bûn û govenda xwe jî girêdan. Şêniyê gundê Şadê Henîfî Yalçin amaje kir ku bi van xebatan nifşên nû jî ji naskirina dengbêjan sûdê werdigirin.

Yek ji şêniyê Gundê Şadê Henîfî Yalçin jî dibêje: "Em bi hatina dengbêjan gelek keyfxweşin. Pirr xweşe ku em li wan guhdarî dikin. Tiştên ku ji demê bavu kalan de ne dibêjin, ji ber wê em jê hes dikin."

Organîzatorên Projeya  bi navê "Gundek û Hezar Ken" didin zanîn ku dê di mehên pêşiya me de bi xebatên nû ev proje were berfirehtirkirin û danasîna degbêjên Diyarbekirê jî were kirin.