Tirkiye bi koçberan gefê li Ewropa dixwe
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak dibêje, li Îranê 3 mîlyon koçberên Afxanî hene û eger Yekîtiya Ewropa sozên ku dane bicîh neyîne, ew nabin asteng ku koçber derbasî Ewropa bibin.
K24 – Navneda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak dibêje, li Îranê 3 mîlyon koçberên Afxanî hene û eger Yekîtiya Ewropa sozên ku dane bicîh neyîne, ew nabin asteng ku koçber derbasî Ewropa bibin.
Kaynak beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû û da xuyakirin, girêbesta penaberan ya navbera Ewropa û Tirkiye bi avayê nameşe û eger Ewropa berpirsiyariyên xwe bicîh neyîne, mafê Tirkiye heye ku lipêş çavan derbas bike.
Da xuyakirin, diviyabû Ewropa bo penaberan alîkariya madî bike û bo welatiyên Tirkiye jî vîze serbest bike. Kaynak got, agahî girtine ku, li Îranê 3 mîlyon penaber bo ku biçin Ewropa ber bi Tirkiye birê ketine û piraniya wan Efxanî ne û sala bihurî 30 hezar ji wan derbasî Tirkiyê bûne
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak da zanîn, li Tirkiye jî 3 mîlyon û nîv penaber hene û got, wan erkên xwe bicîh anîne eger Ewropa pabendî sozên xwe nebe, Tirkiye jî pabend namînin.