Tirkiye bi koçberan gefê li Ewropa dixwe

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak dibêje, li Îranê 3 mîlyon koçberên Afxanî hene û eger Yekîtiya Ewropa sozên ku dane bicîh neyîne, ew nabin asteng ku koçber derbasî Ewropa bibin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak dibêje, li Îranê 3 mîlyon koçberên Afxanî hene û eger Yekîtiya Ewropa sozên ku dane bicîh neyîne, ew nabin asteng ku koçber derbasî Ewropa bibin.

Kaynak beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû û da xuyakirin, girêbesta penaberan ya navbera Ewropa û Tirkiye bi avayê nameşe û eger Ewropa berpirsiyariyên xwe bicîh neyîne, mafê Tirkiye heye ku lipêş çavan derbas bike.

Da xuyakirin, diviyabû Ewropa bo penaberan alîkariya madî bike û bo welatiyên Tirkiye  jî vîze serbest bike. Kaynak got, agahî girtine ku, li Îranê 3 mîlyon penaber bo ku biçin Ewropa ber bi Tirkiye birê ketine û piraniya wan Efxanî ne û sala bihurî 30 hezar ji wan derbasî Tirkiyê bûne

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak da zanîn, li Tirkiye jî 3 mîlyon û nîv penaber hene û got, wan erkên xwe bicîh anîne eger Ewropa pabendî sozên xwe nebe, Tirkiye jî pabend namînin.