Sekreterê Giştî yê NY serdana Hewlêrê dike
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres gihêşte Bexdayê paytexta Iraqê, biryar e jî serdana Herêma Kurdistanê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres gihêşte Bexdayê paytexta Iraqê, biryar e jî serdana Herêma Kurdistanê bike.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres derbarê serdana xwe bo Iraqê de ragihand, sedema serdana wî ya bo Iraqê di çarçova rewşa koçberên Mûsilê de ye.
Her di derbarê koçberan de, Guterres amaje bi wê yekê kir, pêwîst e giyana welatiyên sivîl li Mûsilê bê parastin.
Biryar e piştî serdana xwe, Serkreterê Giştî yê NY serdana Herêma Kurdistanê, ku wek yekem serdana Antonio Guterres ji Iraq û Herêma Kurdistanê wek Serkreterê Giştî yê NY tê hejmartin, ku ji destpêka îsal ve bû Serkreterê Giştî yê NY.
Antonio Guterres di 18 Tîrmeha 2014an de wek Komîserê Bilind yê Penaberan serdana kampa Erebet li bajarê Silêmaniyê kiribû.