Çanda Diyarbekirê li otêla kevokan dewam dike

Li Diyarbekirê otêla ku ji bo kevokan hatiye vekirin, ji aliyê hezkiriyên kevokan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Li otêla ku 30 jûrên wê hene, 100 cure kevok tên xwedîkirin. Li Otêla kevokan ku li Tirkiye û Bakûr yekane ye; bi festîval û pêşbaziyan kevokên cisnê Diyarbekirê tên naskirin û yên herî xweşik bi xelatan tên diyarkirin. Buhayên hin kevokan, bi qasî buhayê maşînekê jî zêde dibin.

K24 – Diyarbekir  

Ji bo çanda xwedîkirina kevokan, li qada cîhanê gaveke nû hat avêtin û tenê ji bo xwedîkirinê, li Taxa Baxleran a Diyarbekirê, otêleke kevokan hatiye vekirin. Kesên ku li vê otêlê jûran kirê dikin, hem hilberîna kevokên nû dikin, hem jî ji bo kevokên cinsê Diyarbekirê neyên qirkirin, xebatan dimeşînin. Muslum Bayhan 25 sal in bi kevokan bilî dibe û di pêşbaziya kevokan de kevokên wî ji ber ciwaniya xwe 15 xelat girtine. Bayhan, kevokên ku zêde dibin difiroşe û pê lêçûnên kevokên mayî dike.

Kevokhez Muslum Bayhan got: “Em dermanên wan û hemû pêdiviyên wan li vê derê pêşwazî dikin. Dema nexweş bikevin, dermanên me jî hene, em dermanên wan ji Ewropayê tînin. Em kevokên xwe xwedî dikin, pirsgirêk tunene. Em ji wan hez dikin, ew jî ji me hez dikin.”

Ji hemû bajarên Tirkiye û bakûr, karzazên ku Diyarbekirî ne, li vê otêlê jûran kirê kirine û kevokên Diyarbekirê didin xwedîkirin. Xwediyê otêla kevokan Mehmet Batmaz diyar dike ku wî ji ber pêdivî û daxwazê ev avahî girtiye û ji ber eleqeya zêde, serî li rêya fermî jî daye û otêla kevokan di fermiyetê te bi navê Komeleya Hezkiriyên Teyr û Tilûran daye qebûlkirin. Batmaz 35 sal in ku kevokan xwedî dike û mehê 10 hezar lîre ji bo kevokên xwe xerc dike.

Xwediyê Otêla Kevokan Mehmet Batmaz jî dibêje: “Her cure kevokên me hene. Ji derve jî ji me daxwaz tê kirin, em jî dişînin û difiroşin. Cota kevokan heta 20 hezaran jî zêde dibe. Em hem xwedî dikin, hem stresa xwe dihavêjin. Hevalên li vê derê hemû ji vê xizmetê razî ne.”

Xwedîkirina kevokan a ku di dîroka Diyarbekirê de ji mîr û began mîrate maye, niha li vê otêlê berdewam e. Cureyên kevokên ku tenê li erdnîgariya Diyarbekirê hene, ji bo bajarên Tirkiye û bakûr tên pêşkêşkirin.

Fly Erbil Advertisment