Tirkiye, Pakistan û Siûdiye hevkariya leşkerî berfireh dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yasaya pesendkirina "Rêkeftina Mekkeyê", ku di 7ê Tebaxê de li Mekkeyê di navbera Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê de hatibû îmzekirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket warê cîbicîkirinê.
Li gorî rêkeftinê, her sê welat di warên bergirî û ewlehiyê de û herwiha di pîşesaziya bergiriyê de, dê projeyên hevbeş bipêş bixin. Di vê çarçoveyê de, parvekirina teknolojiyê, berhemanîna hevbeş û projeyên lêkolîn û pêşxistinê yên di navbera saziyên pîşesaziya bergiriyê yên aliyan de tên piştgirîkirin; dahênana di warê bergiriyê de tê handan û çavkaniya mirovî ya pêwîst ji bo wî kertî tê pêgihandin.
Ji bo bilindkirina asta hevkariya leşkerî jî, pevguhartina karmendan), bernameyên meşq û rahênana hevbeş û manovreyê di navbera saziyên bergiriyê de tên rêkxistin; bi vê yekê şiyana karkirina hevbeş a hêzên çekdar ên her sê welatan tê bihêzkirin.
Di beşeke din a rêkeftinê de hatiye ku hevkarî di asta kiryarî de ji bo rûbirûbûna hemû cureyên terorê – ku ewlehiya herêmî û navneteweyî dixin metirsiyê – tên berfirehkirin. Alî dê li ser mijarên ewlehiyê yên navneteweyî şêwra berdewam bikin û ji bo parastina berjewendiyên xwe yên bilind, li gorî nirxandina hevbeş rêkarên takekesî û pêkve bigirin ber.
Pevguhartina zanyariyên îstixbaratî dê bi rêya kanalên ewlehiyê yên diyarkirî û li gorî rêzikên parastina nepenîtiyê û ewlehiya zanyariyan be. Di heman demê de, di dema aştî, şer û rewşên awarte de, piştgiriya lojîstîkî – di nav de dabînkirina çek, cebilxane, sotemenî û parçeyên yedek – tê misogerkirin.
Ji bo çavdêrîkirina qonaxên cîbicîkirina rêkeftinê, komîteyeke siyasî û bergiriyê ya stratejîk ji wezîrên derve, wezîrên bergiriyê û serokerkanên her sê welatan tê pêkanîn. Ev komîte bi awayekî asayî salane du caran dicive, lê eger serkirde bi pêwîst bibînin, dibe ku salane carekê bicive; herwiha di dema pêwîst de desthilata avakirina komîteyên lawekî jî dê hebe.
Herwiha ji bo birêvebirina karûbarên komîteyê, sekreteryayek li Siûdiyê tê damezrandin. Posta Sekreterê Giştî ji bo dema sê salan bi awayekî dorveger di navbera her sê welatan de tê guhertin û di qonaxa yekem de welatiyekî Pakistanî dê wî erkî werbigire. Beşdarbûna welatên din di rêkeftinê de jî bi razîbûna aliyan û wan rêkaran ve girêdayî ye ku paşê tên diyarkirin.
Rêkeftin ji bo demeke nediyar e û ji wê rojê ve dikeve warê cîbicîkirinê ku alî proseya pesendkirina niştimanî temam bikin û belgenameya dawî ya pesendkirinê radestî sekreteryayê bikin.
Derbarê şertên vekişînê de jî, piştî derbasbûna 10 salan di ser ketina warê cîbicîkirinê ya rêkeftinê re, her aliyek dikare bi agahdarkirineke nivîskî û bi rêya kanalên dîplomatîk daxwaza vekişînê bike.