Rûsye keştiyeke serbazî dişîne beravên Sûriyê

Ajansa “Sputnîk” a rûsî belav kir, ku keştiya mûşekavêj a Rûsî ya bi navê “Admiral Grigorovîç“ ji deryaya reş ber bi deryaya Spî ve birê ket, ku berê wê beravên Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Sputnîk” a rûsî belav kir, ku keştiya mûşekavêj a Rûsî ya bi navê “Admiral Grigorovîç“ ji deryaya reş ber bi deryaya Spî ve birê ket, ku berê wê beravên Sûriyê ye.

Li gor wê ajansê, ew keşteyaa Rûsî vê carê mûşekên ji curê “Caliber” li xwe digre, ku dikare bi dûrahiya 300 k.m armancên xwe pêk bîne.

Duh Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê raghandibû, ku ewê bingehên serbazî li Sûriyê bihêz bike, piştî operasyona Amerîkayê li ser bingeha Şuayrat a leşkerî li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, pisporê leşkerî Broxîn Tîbîyîn amaje bi wê yekê kir, mûşekên Tomahok ya Amerîkî ya ku firokxaneya Şuayrat pê hatiye armanckirin, ti metirsiyê li ser keştiya “Admiral Grigorovîç” çê nake, ji ber ku Tomahok ne ji bo armancên deryayî ne