Beşar Esed diçe jêrzemînê

Parêzbendiya Beşar Esed û malbata wî, ya ku ji sala 1970î de Sûriyê bi destekî ji hesin hikum dikin, bidawî dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzbendiya Beşar Esed û malbata wî, ya ku ji sala 1970î de Sûriyê bi destekî ji hesin hikum dikin, bidawî dibe.

Malpera “The Huffington Post” a Amerîkî raporteke belav kir, Serokê Sûriyê Beşar Esed têgihêşt ku piştî êrîşa Amerîka ya bi mûçekên Tomahok, jiyana wî kete metisiyê. Di heman demê de jî li Ewropa bi buhaya milyonan ji dolaran, mal û samanên apê wî Rufet Esed tê desteserkirin.

Li gor wê raportê, ji destpêka krîza Sûriyê ve, Esed di bin parastina Mosko, Tehran û Hizbulaha Libnanî de hest bi aramiyê dikir. Piştre lêdana Trump hat, ku ne tenê wek sizayekê bû, lê gefek ji Esed bixwe re bû, heger çi cure êrîşeke din ya kîmawî encam bide, dê buhayê wê yekê giran bide.

Di wê raportê de hatiye, diyar dibe ku Serokê Amerîka Donald Trump bi guhartina rêjîma li Şamê dirame, kuştina Esed jî bo cibicîkirina wê guhartina li Sûriyê jî, yek ji bijardeyan e, ku ev yek ji nava bijardeyên Obama bû.

Raport dibêje, ev yek jî neçar dike ku Esed wek Osama Bin Ladin, Sedam Hisên, Ebû Bekir Bexdadî û her teroristekî din ku di lîsta kuştinê ya Amerîkayê de ye, xwe ji ber çavên “Heyvên destkird” yên Amerîka bide aliyekî û di jêrzemînan de bijî û heta telefona “Mobile” jî bikar neyîne.

Ji aliyekî din ve, dadgeheke Fransî biryar derkir ku, bi tumeta gendaliyê hemû mal û samanên birayê biçûk a Hafiz Esed, Fufet Esed ku yek ji stûnên rêjîma malbta Esed bû, were desteserkirin. Ji encama vê biryara dadgeha Fransî jî, polîsa Îspanyayê bi ser mal û samanên Esed de girtin û dûvçûna wî dikin.