Putin: “Di dema Trump de pêwendiyên Rusya û Amerika lawaztir bûn”

Serokê Rusyayê Vladimir Putin, di hevpeyvîna xwe ligel kanala telewizyonî ya Rusî Mir24 de rexneyên tund li desthilata nû ya Amerikayê û Serokê wê Donald Trump girt.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Serokê Rusyayê Vladimir Putin, di hevpeyvîna xwe ligel kanala telewizyonî ya Rusî Mir24 de rexneyên tund li desthilata nû ya Amerikayê û Serokê wê Donald Trump girt.

Li ser pirsek birêvebirê bernameyê Putin diyarkir ku, “Di ware pêwendiyên dûalî, baweriyê, danûstandinên pirralî, bi taybetî di ware serbazî, ez dikarim bibêjim ku lawaztir bûn”.

Herweha Putin girêdayî êrîşa Amerika ser bi binkeya Şîerat a serbazî li Suriye rexne li Amerika û Trump girtin û got ku “Suriye di warê hilweşandina çekên kimyawî de sozên xwe bicîh anîn”.

Gava Trump wekî Serokê Amerikayê hatî hilbijartin, dihate çaverêkirin ku pêwendiyên Waşington û Moskow nêzîktir bibin, lê Putin ev yek red kir.