Xwekujekî xwe di karwanê Kifreya û Foa de teqand
Li bajarê Helebê li nêzîk karwanê xelkê Kifreya û Foa yên Şîe teqînek rû da û di encamê de 16 kes hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Helebê li nêzîk karwanê xelkê Kifreya û Foa yên Şîe teqînek rû da û di encamê de 16 kes hatin kuştin.
Îro li taxa Raşidîn ya Helebê li nêzîkî kombûna derkiriyên herdu gundên Kifreya û Foa yên Şîe teqînek rû da. Li gor zanyariyên Rawengeha Sûrî 16 kes hatine kuştin û derdora 20 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve kenala Sûriyê “Exbariya” belav kiriye, ku di wê teqînê de 22 kes hatine kuştin û derdora 48 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor rêkeftina di navbera rêjîma Sûriyê û xelkê çar bajarokan (Kifreya, Foa, Medaya û Zebedanî) biryar e xelkê Zebedanî û Medayayê yên li parêzgeha Şamê ji bajarokên xwe bên derxistin û li cihê wan xelkê herdu bajarokên Şî'î Kefreya û Foa yên li parêzgeha Idlibê bên bicihkirin.
Dema karwanê xelkê Kifrya û Foa li taxa Raşdîn ya Helebê rawestiyabû ji ber ku rêkeftina derxistina wan hatibû paşxistin, xwekujekî xwe di nav xelkê de teqand.