Di maleke biçûk de bi hezaran zarokên xizan tên xwedîkirin

Malekê bifikirin ku tê de zarokên hejar û xizan bêpere xwarin dixwin, pêlîstok û pirtûk peyde dikin. Ew mala qenciyê ku li Stenbola Tirkiyê ji aliyê du xêrxwazan ve ji bo zarokên hejar hatiye amadekirin her hefta bi hezaran zarokan xwedî dike.

 

K24 – Stenbol

Malekê bifikirin ku tê de zarokên hejar û xizan bêpere xwarin dixwin, pêlîstok û pirtûk peyde dikin. Ew mala qenciyê ku li Stenbola Tirkiyê ji aliyê du xêrxwazan ve ji bo zarokên hejar hatiye amadekirin her hefta bi hezaran zarokan xwedî dike.

Xaniyê ku ji derve weke wêran xuya dike, di hundirê wê de karekê nûwaze tê kirin. Zarokên ku ji xwendinê bêpar in ango derfeta wan tuneye ku cil û pêlîstok bikirin tên vê xaniyê, bêpere nan dixwin, bêpere pirtûk, pêlîstok û cil distînin.

Murat Asîlcan û Sînem Asîlcan ku xwe kesên wek bêmilk binavdikin bi derfetên kêm ev mala qenciyê ava kirine. Murat Asîlcan ji K24ê re got: “Min û hevsera xwe me biryar da ku ji bo zarokên neçar em dinyayekê bînin pêş çavê xwe tê de zarok bêberamber biçin pirtûkxaneyê, xwaringehê û pêlîstokgehê. Va ye ev dinya ev der e. Zarokên sêwî û xizan li vir xwe bi xwe bi rê ve dibin weke rêvebirê vê malê ne. Ji welatên derva jî gelek kes bo zarokan gelek kelûpel dişînin.”

Damezrînera Mala Qenciyê Sînem Asîlcan jî dibêje: “Gelek zarokên parsekî dikirin û zarokên penaber ji bo pêşerojeke ronak li vir xwe baş perwerde dikin. Zarokên kesên dewlemend jî carna tên vir û rewşa hevalên xwe yên feqîr di cîh de dibînin û zêdetir qedrê didin hevdu.”

Zarokên neçar ku tên vê malê xwe ji dinyaya xembar hinek dûr dixin, dilên xwe yên bi êş şa dikin. Bi taybetî herî zêde zarokên penaber dilxweş in.

Her du jin û mêrên ku bi alîkariya çend kes û saziyên xêrxwaz xizmeta xwe didomînin dixwazin xwe bigihînin zêdetir zarokan ji bo vê jî bang li hemû xêrxwazan dikin da ku bibin alîkar bo zarokên xizan.