Li Diyarbekirê hilcoya alîkariyê hatiye çêkirin

Li Diyarbekirê Federasyona Astengdaran a Mezopotamyayê, 2 sal in ku ji bo mexdûrên Navçeya Sûrê û kesên ku xwedî pêdiviyên jiyanî ne, alîkariya mirovî dike. Kesên ku bixwazin alîkariya kesên hewcedar bikin, ji libasan heta alav û amûrên rojane radestî federasyonê dikin û tîma peywirdar jî mal bi malên xizanan digere û pêdiviyên wan belav dike.

 

K24 – Diyarbekir  

Li Diyarbekirê Federasyona Astengdaran a Mezopotamyayê, 2 sal in ku ji bo mexdûrên Navçeya Sûrê û kesên ku xwedî pêdiviyên jiyanî ne, alîkariya mirovî dike. Kesên ku bixwazin alîkariya kesên hewcedar bikin, ji libasan heta alav û amûrên rojane radestî federasyonê dikin û tîma peywirdar jî mal bi malên xizanan digere û pêdiviyên wan belav dike.

Federasyona Astengdaran a Mezopotamyayê, li Diyarbekirê xizmeta xizanan dike û ev xebat ji aliyê gelek kesan ve wekî xizmeteke pêwîst tê dîtin. Hemû kesên ku di ber derî re derbas dibin, bala wan dikişîne lewra kesên ku xwedî pêdivî bin, ji hilcoyan cil û bergên li gorî xwe hildidin; kesên ku hewcedariya wan tunebe jî dixwazin piştgiriya vê federasyonê bikin.

Serokê Federasyona Astengdaran a Mezopotamyayê Erdal Satiliş dibêje; xwedîderketina li mexdûran, erka me hemûyan e. Satiliş K24ê re got jî: “Bi rastî di serî de xebata me ji bo astengdaran bû. Lê ji ber ku piştre di nav Diyarbekirê de şer û pevçûn derketin, gelek malbat mexdûr bûn. Em jî li hember vê mexdûriyê bêdeng neman, me rêziknameya komeleya xwe dorfireh kir û em alîkariya astengdaran, sêwî û mexdûran dikin.”

Ji xeynî cil û bergên ku digihîjin xwedî pêdiviyan, gelek amûr û alavên jiyanî yên ji bo astengdaran jî tên belavkirin. Serokê Federasyonê Erdal Satiliş diyar dike ku gelê Diyarbekirê di vê mijarê de gelek hestyar tevdigere û bi piştgiriya xêrxwazan, wan jî  xebatên xwe firehtir kirine.

Satiliş dibêje: “Em jî bi qasî ku derfetên me dest didin û bi saya hestyariya xelkê Diyarbekirê xebatên xwe dimeşînin. Kêm be jî em hewil didin ku tevkariyekê li jiyana malbatan bikin.”

Federasyona Astengdaran a Mezopotamyayê,  di nav 2 mehên dawîn de alîkariya 400 malên mexdûr kiriye. Ji xeynî kesên ku pêdiviyên wan diçin malên wan, gelek kes jî tên avahiya alav û amûran û bi destên xwe pêdiviyên xwe digirin. Xêrxwazên Diyarbekirê jî çi bi kê biqede, radestî rêveberan dikin û xeleka alîkariyê li nav bajêr mezintir dikin.