Li Hewlêrê bûk û zavayekî hatin kuştin

Îro danê sibê li komelgeheke niştecîbûnê li derdora bajarê Hewlêrê jin û mêrekî ku 3 meh in hevjînî kiribûn, ji aliyê ciranê wî ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê li komelgeheke niştecîbûnê li derdora bajarê Hewlêrê jin û mêrekî ku 3 meh in hevjînî kiribûn, ji aliyê ciranê wî ve hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, bûk û zavayek ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku 3 meh in zewicî bûn, îro danê sibê li komelgeha Zêrîn a derdora Hewlêrê hatin kuştin.

Li gor birayê kuştî ji K24ê re gotiye, navê kuştiyan Seydo û Emel in, ku cîranekî wan demjimêr 4 sibê di ser xaniyê malê re derbasî malê bû û teqe li zava û bûkê kirin.

Birayê zêve got jî, dema ew bûyer bûye bavê wî jî li malê bû û dûv kujer çûbû, lê kujer bi hesinekî li bavê dide û direve.

Diya kuştî jî ji K24ê re got, heta niha em nizanin bo çi kurên wan hatine kuştin, ku ti pirsgirêk û kêşeyên wan bi kesî re tune ne.

Li gor peyamnêrê K24ê ragihandiye, hêzên asayiş û tîmên lêkolînê cihê 17 guleyan li dîwarên malê dîtine.

Li gor zanyariyan, kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye destserkirin.