Rûsya amadeye li gel Amerika hevkar be

Piştî aloziyên dijwar di navbeyna Moskow û Waşîngton de, bi taybet di encama êrîşa Amerika ser bi bînkeya serbazî ya Suriye li Şeîrat, niha Rûsya bangeşaya nermbûnê di pêwendiyan de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî aloziyên dijwar di navbeyna Moskow û Waşîngton de, bi taybet di encama êrîşa Amerika ser bi bînkeya serbazî ya Suriye li Şeîrat, niha Rûsya bangeşaya nermbûnê di pêwendiyan de kir.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyarkir ku, ligel Amerika amade ne her cure hevkarî li Suriye bikin. Herweha Lavrov destnîşankir, daxwaz dikin di tevayiya cîhanê de, di sere dijî terorê de ligel Amerika tevbigerin.