Zidane: deng nedin Le Pen!
Rahênerê tîma futbolê ya navdar Real Madrid Zeyneddin Zidane di presskonferansekê de ji dengdêrên Fransî xwest ku, di hilbijartina Serokayetiya Fransa de, deng nedin kandîda rastgîran Marine Le Pen.
K24 navenda Nûçeyan
Rahênerê tîma futbolê ya navdar Real Madrid Zeyneddin Zidane di presskonferansekê de ji dengdêrên Fransî xwest ku, di hilbijartina Serokayetiya Fransa de, deng nedin kandîda rastgîran Marine Le Pen.
Zidane (ku bi xwe hevwelatiyê Fransa ye) diyarkir ku, bîr û ramanên Le Pen ên rastgîrên tundrew in û ev ne di berjewendiya gelê Fransa de ye. Fikrên Bereya Neteweyî ya ku Le Pen serokayetiya wê dikir, dijminahiya biyaniyan û penaberan e.
Hilbijartina Serokayetiya Fransa 7ê Gulanê lidar dikeve û Le Pen yek ji du kandîdan e, ku man e dewra duyemîn. Kandîdê din ê ku tê çaverêkirin dengên zêdetir bîne û bibe Serokê Fransayê Emmanuel Macron e.