Berdevka Wezareta Derve ya Amerika spasiya Kurdistan24 kir

Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert, bi egera weşandina nûçeya destbikarbûna wê di vê postê de, spasiyên xwe arasteyî Kurdistan24 kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert, bi egera weşandina nûçeya destbikarbûna wê di vê postê de, spasiyên xwe arasteyî Kurdistan24 kir.

Nauert di nav hefteyê de, ji cîhê Marc Toner bo berdevka Wezareta Derve hate destnîşankirin. Berî niha Heather Nauert birêvebira bernameya “Fox an Friends” a Fox TV bû.

Piştî destbikarbûna xwe jî, li gel hevkarên Kurdistan24 ji Ofisa Washington hevdîtin pêkanî.

Nauert herweha di hesabê xwe yê twitterê de jî, spasiyên xwe bo K24 anî ziman.