Times: Divê NATO dengê xwe beramberî Tirkiye bilind bike
Di gotarek sereke ya rojnameya The Times a Brîtanî de, bangewaz li NATO hate kirin ku, “Dengê xwe ji bo azadî û demokrasiyê beramberî Tirkiye bilind bike.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Di gotarek sereke ya rojnameya The Times a Brîtanî de, bangewaz li NATO hate kirin ku, “Dengê xwe ji bo azadî û demokrasiyê beramberî Tirkiye bilind bike.”
Li gor rojnameyê atmosferek metirsiyê li Tirkiye hatiye dirustkirin û ev yek bandorek neyênî li azadiyan û demokrasiyê dike. Herweha aboriya welat jî, di pêvajoyek şkestinê de ye. Kapital a derve bi egera nearamî, bêistikrarî û riskên girêdayî vê naxwaze li Tirkiye sermeyeya xwe bicîh bike. Cîhana rojava rexneyan li Tirkiye digre, lê tenê NATO di vî warî de dengê xwe dernexistiye.”