Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser deverên aram lihev kirin

Aliyên beşdar li Astanayê rêkeftina pêkanîna deverên aram li Sûriyê îmza kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên beşdar li Astanayê rêkeftina pêkanîna deverên aram li Sûriyê îmza kirin.

Îro aliyên beşdar li Astanayê biryara pêkanîna tîmeke kar dan ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê di 5 rojan de. Herweha biryar hat standin, aliyên ku gerantiya agirbestê dikin (Rûsya, Tirkiye, Îran) rêkarên pêwîst bigirin ber ji bo temamkirina nexşeya navçeyên milimlaneyê û navçeyên aram heta roja 22 Gulanê.

Herweha li gor wê  rêkeftinê, pêwîst e aliyên ku earantiya agirbestê kirine, alîkariya opozîsyon û hikumetê bikin di şerê li dijî DAIŞê û Eniya El-Nusra û komên terorîst de.

Rûsyayê destpêşxeriyeke bo avakirina 4 deverên aram li Sûriyê di civînên Astanayê de pêşkêşî şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê kiribû.

Li gor plana Rûsyayê, ew deverên aram li Idlib û gundewarê Helebê, Bakurê Himsê, Xota Rojhilat li Şam û Der'a û Sûriyê de ne, ku tundûtûjî û şer neyên gurkirin û çekên giran jî neyên bikaranîn.

Danûstandinên taybet bi agirbesta li Sûriyê roja 3 li Astanayê dest pê kiribû, bi îmzekirina rêkeftina pêkanîna deverên aram li Sûriyê bidawî bû.