Li Serê Kaniyê kolîja tendirustiyê hate vekirin
Piştî amadekariyên 2 salan, kolîja tendirustiyê li bajarê Serê kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî amadekariyên 2 salan, kolîja tendirustiyê li bajarê Serê kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.
Kolîja tendirustiyê ku girêdayî zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ye, dê di 1 meha Cotmeha sala 2017an de weke gaveke destpêkî dê pêşwaziya 40 şagirtan bike û di paşerojê de şagirtên herêmê dê cihên xwe di kolîjê de bigrin.
Di 21 Mijdara 2016an li bajarokê Rimêlan vekirina zanîngeha Rojava bi şêweyekî fermî hate ragihandin, zanîngeh ji 4 kolêjên sereke pêk tê. kolîja patrol û pêtrokîmiya li bajarokê Rimêlanê ye, 3 kulêjên din wek çandinî, wêje û perwerdeyê jî li bajarê Qamişlo ne.
Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo, diwemîn zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê piştî zanîngeha Efrînê tê.





