Têmûrê Xelîl: Dema herî baş ji bo serxwebûnê hatiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê, ji babetek navxweyî derketiyê, bûye mijareke navneteweyî ya girîng. Herweha diyar e pêkanîna raya giştî ya xurt di nav gelê me de, wekî pêwîstiyekê derketiye pêş.
Di vê derbarê de, wekî Kurdistan24 me xwest bîr û rayên partî û kesayetiyên navdar ên Kurd, bigihînin raya giştî.
Hevpeyvîna ligel endamê Redaksiyona Rojnameya Riya Teze, rojnamevan û nivîskar Têmûrê Xelîl :
K24: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî di mijara Serxwebûna Kurdistanê de amade dibînin?
Têmûrê Xelîl: Bi bawerîya min, konjoktûra navnetewî ji a neteweyî xurttir e. Ev yek çiqas ecêb be jî, ewqas jî bo serketina serxwebûna Kurdistanê giringtir û erênî ye. Bi awayekî din, eger dijber û xêrnexwezên serxwebûna Kurdistanê di nav me da hebin, emê bikaribin zora wan bibin, lê emê zehmet bikaribin zora dijberê xwe yên navnetewî bibin.
K24: Struktura binameyên dewletî yên herêma Kurdistanê, ji bo ragihandina Serxwebûna Kurdistanê amade ne / têr dikin?
Têmûrê Xelîl: Belê, him amade ne, him jî têr dikin. Hilbet, kêmasî hene, lê serketin ji kêmasîyan gelek zêdetir in û ew kêmasî wê piştî îlankirina serxwebûnê ji berê va ji holê rabin.
K24: Girîngiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê, di dema niha de, hûn çawa dinirxînin?
Têmûrê Xelîl: Dema here baş anaha ye. Em zanin ku heta niha neyarên me gelek bûn û dikarin di paşdemê da jî gelek bin. Lê anaha heta neyarên me yên bi sedan salan jî di hêla naskirina serxwebûna Kurdistanê da ewqas nerm bûne, ku hinek caran kêfa me tînin. Ev yek bi saya serê sîyaseta rast a serokatîya Herêma Kurdistanê çê bûye.
K24: Radeya pêşketina civatî/neteweyî gihîştiye wê ast a ku serxwebûn, wekî xal a herî girîng hatiye pêş herêma Kurdistanê?
Têmûrê Xelîl: Ew xal ne tenê hatîye ber derê herêma Kurdistanê, lê ew xal xem û xeyalên hemû kurdên cihanê ya bi sedan salan e. Berê daxweza me xeyal bû, niha daxweza me rastî ye!
K24: Giringiya Başûrê Kurdistanê û referenduma serxwebûna Kurdistanê, ji bo perçeyên din, herweha Kurdên cîhanê çi ye?
Têmûrê Xelîl: Pir giring e di dema îlankirina Serxwebûna Kurdistanê bidine ber çavan, ku Kurdistana Başûr berî her kesî welatê Kurdên Başûr e, dû ra welatê hemû kurdên cihanê ye. Nabe ku tu kurdekî dervayî Kurdistana Başûr destkarî li nav karê başûrîyan bike. Bira hîç kes me nexapîne, ku mafê me li Başûr weke mafê başûrîyan e. 20î zêdetir welatên ereban hene. Ma qey Îraq welatê erebên Yemenê ye, an erebên Misirê dikarin li ser desthilatîya Erebistana Seûdîyê xwedî biryar bin? Ew hîç ne xwedî deng in jî. Û weke ku di navbera hemû welatên ereban da sînor hene, qanûnên welatekî tenê li wî welatî derbazz dibin, bo kurdan jî gerekê wa be.
Kêmanîya desthilata Kurdistana Başûr a here mezin ew e, ku kurdên neyar, xayîn û dijminên alaya Kurdistanê, dijminên avabûna Kurdistanê wek xwe kurd dibînin. Bi kesên dijmin û xayîn ra gerekê yek qanûn hebe: -Wana ji kurdan û Kurdistanê dûr bixin. Eger ez hinekî sert bêjim, ewê ha be: -Şerê di navbera kurdên welatparêz û kurdên xayîn da ne şerê birakujîyê ye. Ew şerê kurdan û xayînan e.