Li Mûşê 4emîn Festîvala Laleyan hate lidarxistin

Li navçeya Tîlê ya ser bi bajarê Mûşê her sal festîvala laleyan a kevneşopî pêk tê. Pîrozbahiyên Festîvala 4emîn a îsal bi beşdariyeke girseyî û coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

 

K24 – Mûş

Li navçeya Tîlê ya ser bi bajarê Mûşê her sal festîvala laleyan a kevneşopî pêk tê. Pîrozbahiyên Festîvala 4emîn a îsal bi beşdariyeke girseyî û coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Di destpêka meha Avrêlê de seranserê deşta Mûşê û bi taybetî jî navçeya bi navê Tîl bi laleyên rengîn ve tê xemilandin. Navçe ji ber vê taybetmendiya xwe piranî bi laleyan ve tê binavkirin. Ev 4 sal e ji aliyê şaredarî û qeymeqamiya bajêr ve festîvala laleyan tê lidarxistin û îsal jî 4emîn Festîvala Laleyan di bin baranê de çû serî. Lê li beramberî barana gur welatiyên ku ji deverên wek; Milazgir, Tetwan, Solhan û ji Mûşê beşdarî tê de kiribûn eleqeyeke mezin nîşanê festîvalê dan.

Şaredarê Tîlê Haşîm Arik ji K24ê re wiha got: “Îro baran pir barî bila ji mere ji gelê me re bixêr bibe. Fesitvala me li Mûşê rastî eleqeyê tê û ji Mûşê, derveyî Mûşê welatî hatine û qada festîvalê tijî kirine. Festîvala me ji gelê me re pîroz be. Em her sal di meha gulanê de  festivala xwe pîroz dikin û ez spasiya beşdaran dikim û ew ser çavan û ser seran hatine.”

Festîval bi gelek çalakiyên cihêreng hate pîrozkirin û beşdarên ku bi cil û bergên keleporî tevlî festîvalê bûn di bin stranên Kurdî û Tirkî de govend girtin. Digel vê yekê lîstikên deverên cuda jî hatin lîstin û nasandin. Li beriya Festîvalê û piştî wê welatiyan wêneyên laleyên rengîn kişandin û mihrîcan bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Beşdarê festîvalê Mucahît Karakoç ji K24ê re got: “Li Tîlê mihrîcana laleyê heye. Mîhrîcan gelek baş derbas dibe, em jî kêyfxweş in. Her çiqas rewşa hewayê destûr nede jî ji bo me nabe astengî û em dixwazin festival her sal pêk were.”

Beşdarê festîvalê Fehmî Sayilgan jî dibêje: “Em hez dikin laleyên me yê li vir werin naskirin. Navê herêmê Mûşê û Tîlê em hez dikin ku dinya tev jî nas bike û were li vir di roja festivala laleyê de beşdar bibe.”

Mûşî amaje pê dikin ku Tirkiye ji Holandayê hawirdeya laleyan dike û divê dewlet vê dewlemendiya bajêr bibîne. Welatiyên ku bal kişandin ser giringiya laleyan xwestin ku ev fîstîval di qada navneteweyî de jî were organîzekirin.