Rakeşiyên li ser valakirina 2 taxên Sûrê didomin

Li Diyarbekirê û Bakurê Kurdistanê, bi destûrnamyên nûjenkirina bajaran re gengeşî û rakêşî jî derketin holê. Li taxên Lalebey û Ali Paşa yên Sûra Navçeya Diyarbekirê jî ew rakêşî û gengeşî didomin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê û Bakurê Kurdistanê, bi destûrnamyên nûjenkirina bajaran re gengeşî û rakêşî jî derketin holê. Li taxên Lalebey û Ali Paşa yên Sûra Navçeya Diyarbekirê jî ew rakêşî û gengeşî didomin.

Rayedarên Şaredariya bajêr û Dewleta Turk dibêjin me pereyê xaniyên nişteciyan dane û emê herdu taxan vala bikin, zêdetirê welatiyan jî dibêjin, pereyên ku hatine dayîn geelk Kêm in û ew wernagrin û daxwaz dikin ku ji bo wan derfetên ku bikaribin jiyana xwe bidomînin bên peyda kirin.

Li herdû taxan di rojên berê de, anons hatibûn kirin û hatibû daxwaz kirin ku welatî avahiyan vala bikin yan na dê av û karaba bên qut kirin. Welatiyên herdu taxan jî îro lihev civiyan û gotin, ger ku karaba û ava wan bên qut kirin dê çalakî lidar bixin.

Piştî ku muxtarên herdu taxan bi rayedaran re hevdîtin kirin, pirsgirêk îro derneket û welatî jî ber bi malen xwe ve belav bûn. Lê nelihevkirina herdu aliyan jî çareser nebû.