PDKê bersiva nexşerêya YNKê dide

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva nexşerêya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û berpirsên YNKê jî dibêjin, di civîna Polîtburoya YNKê ya bê de li ser bersiva PDKê radiwestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva nexşerêya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û berpirsên YNKê jî dibêjin, di civîna Polîtburoya YNKê ya bê de li ser bersiva PDKê radiwestin.

Endamê Polîtburoya PDKê Cafer Êminkî ji K24ê re helwesta PDKê aşkere kir û got: “Em dibêjin, divê serokatiyeke nû bo Parlementoya Kurdistanê hebe. Divê ligel aliyên din yên siyasî rêkeftineke were kirin û serokatiyeke nû bo parlementoyê bê hilbijartin. Herwiha parlemento jî di demên bê de hin rûniştinên girîng encam bide. Ev jî dibe destpêkeke baş bo xula dahatûya Parlementoyê. Ev helwesta PDKê ye.”

Ji aliyê xwe ve endamên Polîtburoya YNKê Ednan Muftî ji K24ê re wiha axivî: “Bersiva PDKê gihêşt Polîtburoya YNKê, divê Polîtburoya YNKê jî bicive û derbarê bersiva PDKê de guftûgoyê bike. Me di nexşerêya xwe de gotibû, divê parlemento bê karakirin. Ev jî bi guftûgoyê tê kirin.”

Berpirsên YNKê dibêjin, her çendî Parlemento zû bê karakirin, bi merca ku ti aliyekî siyasî ji vê karakirinê ziyanê nebîne.

YNKê di dawî serdana xwe bo Tevgera Goranê de, 3 pêşniyar danîn pêş wê tevgerê, pêşniyar jî wiha bûn: Kesekî din li cihê Yûsif Mihemed destnîşan bike. Yan bi tementirîn kes di parlementoyê de cihê serokê parlementoyê bigire. Yan jî Tevgera Goranê dest ji posta serokatiya parlementoyê berde û li şûnê postekî din werbigire.

Lê Tevgera Goranê bersiva van her sê pêşniyarên YNKê bi “Na” bersiv da.