Li Bakur, 46 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin
Li bajarê Îzmîra Tirkiyê bi tometa endamtiya KCKê 18 kes, li Bakurê Kurdistanê jî 46 kes hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîra Tirkiyê bi tometa endamtiya KCKê 18 kes, li Bakurê Kurdistanê jî 46 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, hêzên dijîterorê li navenda Îzmîr û navçeyên Bayindir, Torbalî û Menemenê operasyon lidar xistin.
Di operasyonê de, bi tometa ku endamtiya PKK û KCKê, 18 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin, di birêveberiya ewlekariyê de berdewam dike.
Li aliyê din, li hember kompaniyên ku bo yekîneyên serbazî sotemenî peyda dikin jî operasyon hat kirin û li Bakurê Kurdistanê 46 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin binçavkirin.