Qedexeya li Sêrtê hate dirêjkirin

Dema qedexeya derketina derva ya li ser gundewarên bajarê Sêrtê hate dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema qedexeya derketina derva ya li ser gundewarên bajarê Sêrtê hate dirêjkirin.

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li bajarê Sêrtê li navçeya Dihê derûdora gundên Reşîne û Eynê berî niha wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatibûn ragihandin.

Parêzgeriya Sêrtê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku dema herêmên ewle heta 15 rojan hatiye dirêjkirin.