Neviyê Şêx Seid, bi tuhmeta belavkirina Ala Kurdistanê tê dadgehkirin

Neviyê Şêx Seîd Efendî, Faysal Firat bi hinceta li Facebooka xwe ala Kurdistanê belav kiriye, tê dadgehkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neviyê Şêx Seîd Efendî, Faysal Firat  bi hinceta li Facebooka xwe ala Kurdistanê belav kiriye, tê dadgehkirin.

Faysal Firat 2 roj berê li bajarê Yalovayê li mala xwe ji aliyê polsîn dijîterorê ve hatibû binçavkirin. Îro dadgeha Neviyê Şêx Seîd Efendî Faysal Firat li bajarê Yalovayê bi rê ve diçe.

Dozger, Faysal Firatî tohmetbar dike ku di hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” de ala Kurdistanê belav kiriye.

Dadgeh îro demjimêr 14:30 de bidawî tê û metirsî heye ku Faysal Firat were girtin.

Neviyê Şêx Seîd Faysal Firat 60 salî ye û nexweşiya penceşerê bi wî re heye.